Alfabeya kurdî

Alfabeya kurdî


Berê ku em dest bi alfabeya kurdî  bikin, bi tevayî pêwistiya me bi zanyariya malbatên zimanan û dîroka destpêkirina nivisandina bi kurdî jî heye. Ji ber ku ev zanyarî objektîfa me baştir ronahî dike.
Malbatên zimanan evin : Zimanên Hind û Ewropî, Zimanên Samî û zimanên ûral û Altayî ne.

      Zimanên hind û Ewropayî :
  • Zimanên germanî : ( Elmanî, îngilîzî, danîmarkî, beljîkî, holandî û zimanên îskendenavî ne.)
  • Zimanên Silavî : (Rûsî, Polonî, çekî, Slovakî, hwd.)
  • Zimanên Latînî an jî Romanî : ( îtalî, Fransî, Spanî, Pottekîzî, hwd.)
  • Zimanê Yûnanî : ev ziman zaravayekî bi serê xwe ye.
  • Zimanên Hînd : (Hîndûkî, ûrdûkî, Bengalî, Moratî, Bbîratî, Gûdjaratî, Nepalî, Konkanî hwd.)
  • Zimanên îranî : (Kurdî, Farsî, darî, Lorî, Baxtîyarî, gilakî, peştûkî hwd.)
Zimanên Samî :
  • Zimanê Ekadî, Aramî, Asûrî, Siryanî, Sabîyî, Kenanî, Fenîkî, Erebî, îsraîlî hwd.
Zimanên ûral û Altayî :
  • Moxolî, Tîbetî, çînî, Taylandî Tirkî hwd.
Dû nîşandina malbatên zimanan re em îjar dikarin liser zimanê kurdî bisekinin.

Zimanê kurdî :

Çar zaravayên zimanê kurdî hene. Evana Kurmancî, Soranî, Goranî û Zazakî ne. Kurmanciya bakûr (Botanî û Behdînanî ), Kurmanciya navîn (Mokiryanî û soranî ) û Kurmanciya başûr ( Goranî, Hewramî û Zazakî) ne. Di (1600) î de Şeref xan di Şerefnama xwe de dibêje sê zaravên kurdî hene. Vana Kurmanc, Lor û Kelhur in. Li gor Mela Mahmûdê Beyazidî (1858) an de dibê kurdîya jorîn û kurdîya jêrîn heye. Kurdîya jorîn (Mûkrîyanî, Hekarî, Şikakî û beyazidî), kurdîya jêrîn ( Lorî, Gelhurî û Lekî) ne.

Despêka nivisandina bi zimanê kurdî:
  • Baba Tahirê Hemedanî  di sedsala 10 an de bi Lorî nivisîye.
  • Elî Herîrî di sedsala 10 an de bi Lorî nivisîye.
  • Şêx Adî (1075 – 1162) an de Mishefa reş bi kurdî nivisiye.
  • Feqîyê Teyran di sedsala 14an û 15 an de bi kurmancî nivisîye.
  • Melayê Cizîrî (1589) an de bi kurmancî nivisîye.
  • Ehmedê Xanî (1651) an de bi kurmancî nivisîye.
  • Mele Bateyî (1700-1755) an de Mewlûda kurdî nivisandîye.
  • Mele Xelîlê Sertê (1754) an de bi kurmancî nivisîye.
  • Mele Mehmûdê Bazidî (1797-1860) an de Şerefnamê ji farisî werdigerîne kurmancî.
  • Mewlana Xalid (1778-1827) an de bi Hewramî nivisîye.
  • Nalî (1800) an de bi Soranî nivisîye.
  • Şêx Riza Talabanî (1821-1810) an de bi Soranî nivisîye.
 
Despêka çêkirina komel û rojnamevaniyê :

      Di 22 Nisanê de 1898 de li bajarê Qahîrê (Misir) de hijmara yekem Rojnameya bi navê kurdistan ji aliyê Miqtad Bedirxan ve derdikeve. Ev rojname du heftan carê derdikeve. Bi zaravayên soranî û kurmanci 31 hijmar derdikevin.
    Di 1908 an de kurd komela “ kurdistan Hevkarî û pêşketina kurd) avadikin. Û Xelîl Xeyalî  rojnameya bi navê (kurdistan) dertîne.Rojnameyekî bi navê “kurd teavun û Teraqî Gazetesî) derdikeve.Navbera Seyid Abdulqadir û Bedirxan xirabdibe û tê girtinê.
    Pişt re komela xwendekarên kurd çêdibe û kovarek bi navê “Hêvî” 1912 de derdixin bi alîkariya Emer Cemîl Paşa. Dû re kovara Hêvî bi alîkariya Memduh selîm Kovara “Roja Kurd” derdixînin.
    Di 1918 de “komela pêşketina kurdistanê, kovara “Jîn” bi berpirsiyariya Hemzeyê Mûksî û Saîdê kurdî (Said Nûrsî) tê derxistin. Di vê komelêde Seyîd Abdulqadir, Emîr Alî Bedirxan, Ü hemû zaniyarên kurde tê de çih girtine.
 
Despêka alfabeya latinî

    1919 de Mîr Celadet Bedirxan liser alfebeya bi tîpên latînî kardike û di 1927 de Mir Celadet li rojhitê kurdistanê de despêka tîpên latînî dike. Di 1925-1926 de Abbê Paul Beydar bi Alfaba Latinî gramera kurdi li parîsê derdixe. Rojnema (Rêya teze) di sala 1930 an de li bajarê Yêrêvanê, bi elfebaya latînî ji aliyê  Erebê Şemo de tê çapkirin. 
    Di 1932- 1943 an de 57 hijmarên kovara Hawarê  derdixin. Disa di heman demê de Kamûran Bedirxan Roja nû derdixe. Yê ku di kovarê de û li ser ziman dixebitin: Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Qadrî Can,Cîgerxwîn, Osman Sebrî û Nûretîn Zaza ne. 
 
 Alfabeya Kurdî

Di alfabeya kurmancî de 31 tîp û  dîftongek heye. Deng bi alîkariya hin nîşeneyan têne xuyakirin û ji wan nîşeneyan re tîp têne gotin. Dîftong jî ji van du (xw) dengdaran pêk tê.

Tîpên alfabeya kurmancî: 
 a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z-xw
Di kurdî de 8 degdêr ( voyelles) hene.
a, e, ê, I, î, o, u, û  
ji wan 3 kurt in (brèves)
 e, i, u
5 heb jî dirêj in (longues).
a, ê, î, o, û
Di kurdî de degdêrên (voyelles) kurt (brèves) û dirêj (longues) ji hev cûdane û di nava peyvê de kurtî û dirêjiya wan xûyadibe.

Dengdarên ( consonnes) kurmancî jî ev in :
b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z
           
a - Ziman paş ve tê kişandin, lêv hinek ji hev û din vekirî dimîne û dengê a derdikeve.
            Mînak :  agir, av, ax (feu, eaux, la terre)
B - Ziman tê ser diranên pêşî yên jêrîn û bi lêvan dengê b derdikeve.
            Mînak : bar, ber, aborî (charge, côté, économie)
C - Diranên pêşîn tên ser hev, ziman jî tê paşiya wan û bi diranan dengê c derdikeve.
            Mînak : cîran, cil, cûda (voisine, tapis, diferant)
Ç - Diranên paşîn yên kursî têne ser hev, ziman jî li paşiya diranên pêşî yên jêrîn dikeve  û dengê ç derdikeve.
            Mînak : çav, çar, çerm (œil, quatre, peaux)
d - Ziman li paşiya diranên jorîn dikeve ber bi jêr ve diherike û dengê d derdikeve.
            Mînak : dev, derî, dar (bouche,  porte, arbre)
e -  Ziman li diranên pêşîn yên jêrîn dikeve û lêva jorîn ber bi jor ve tê kişandin û dengê e derdikeve.
            Mînak : ezman, ewr, erd  (ciel, nuages, surface)
ê - Ziman tê ser diranên pêşîn yên jêrîn, berjêr tê kişandin. Lêv jî ber bi paşiyê ve dikşin û dergê ê derdikeve.
            Mînak : êvar, kêr, bêr (soir, couteau, pèle)
f - Diranên jorîn tên ser lêva jêrîn, ziman jî tê ser diranên jêrîn yên pêşîn û dengê f derdikeve.
            Mînak : ferman, fire, firîn (l’ordre, large, voler)
g – Ziman li diranên jêrîn yên pêşî dikeve û lêva jorîn ber bi jor ve tê kişandin û dengê g derdikeve.
            Mînak : gore, gur, germ, genim (chaussette, loup,  chaud, blés)
h - Ziman li diranên pêşîn yên jêrîn dikeve, lêv hinek ji hev û din vekirî dîmîne û dengê h derdikeve.
            Mînak : guh, giran , hingiv (Oreille, lourd, miel )
i - Ziman û lêv paş te têne kişandin û dengê I derdikeve.
            Mînak : diran, diz, dil (dents, voleur, cœur)
î - Ziman pêş te li diranên pêşî yên jêrîn dikeve û lêva jor ber bi jor ve dikişe û dengê î derdikeve.
            Mînak : îsot, dîk, derî (poivre, coq, porte)
j- Diranên paşî yên kursî têne ser hev û lêva jorîn ber bi jor ve, ziman jî paş ve têne kişandin û dengê j derdikeve.
            Mînak : Jin, jor, jêr (femme, haut- bat )
k- Ziman li paşiya diranên jêrîn dikeve û lêva jor ber bi jor ve tê kisandin û dengê k derdikeve.
            Mînak : ker, hêk, mirîşk (âne-ânesse, œufs, poulet)
l-Ziman li ezmanê diranan dikeve û paş ve diherike û dengê L derdikeve.
            Mînak :  lêv, pel, lal (lèvre, feuille, sourd)
m- Ziman tê navbera diranên jêrîn û jorîn û lêva jêrîn û jorîn lihev dikevin û bi hev û din re têne givaştin û hev û din berdidin. Bi vî awayê dengê me derdikeve.
            Mînak : mar, mêş, mêr (serpent, mouche,  homme)
n- Ziman li paşiya diranên jorîn yên pêşî dikeve û lêva jêrîn ber bi jêr ve tê kişandin. Û dengê n derdikeve.
            Mînak : nan, ken, nêr (pain, rire, masculin)
o- Ziman paş ve tê kisandin û lêv pêş ve gilover dibe û digivişe. Bi vî awayê denge o derdikeve.
            Mînak : ol, por, sor (religion, Cheveux, rouge)
p- Ziman li paşiya diranên pêşî yên jêrîn dikeve,  pêş ve diherike û lêv jî li hev û din dikevin. Bi vî awayê dengê p derdikeve.
            Mînak : ap, per, pir (oncle, aile, beaucoup)
q-Ziman pêş ve li diranên jêrîn yên pêşî dikeve û di qirikê de dengê q derdikeve.
            Mînak : qul, qer, qet (trou, noir, jamais)
r-Ziman li ezmanê diranan dikeve û paş ve tê herikandin. Bi vî awayê dengê r derdikeve.
            Mînak : roj, rovî, şêr (jour, renard, lion)
s- Diranên pêşî têne ser hev, ziman jî li navbera diranên pêşî dikeve û bivî awayê dengê s derdikeve.
            Mînak : sêv, sor, sar (pomme, rouge, froid)
ş- Diranên paşî yên kursî têne ser hev û ziman paş ve tê kişandin û dengê ş derdikeve.
            Mînak: şeh, şil, şûr ( peigne, mouillé, épée)
t- Ziman li paşiya diranên pêşî yên jorîn dikeve û pêş ve tê herikandin. Bi vî awayê dengê t derdikeve.
            Mînak : tav, tirs, tu (soleil, peur, tu)
u- Lêv û diranên pêşî nîv vekirî dimîne, ziman jî paş ve ber bi ezmanê diranan ve diçe. Dengê u fîna dengê nalînê ye lê gelek kurt e.
            Mînak : gul, du, kurd (fleure, deux, kurde)
û- Lêv ber bi pêş ve gilover dibin û digivişin.  Ziman jî paş ve diçe û dengê û yê derdikeve.
            Mînak : ûr, kûr, dûr (tumeur, profond, loin)
v-Diranên jorîn yên pêşî tên ser lêva jêrîn, ziman jî li diranên pêşî yên jêrîn dikeve û dengê v derdikeve.
            Mînak :  vir, vala, çav (mensonge, vide, œil)
w- Lêv gilover dibe û digivişe û ziman jî paş ve dikişe. Bi vî awayê dengê w derdikeve.
            Mînak : welat, dewr, wek (nation, siècle,  comme)
x- Ziman li paşiya diranên pêşî yên jêrîn dikeve û di qirikê de dengê x derdikeve.
            Mînak : xanî, xem, xewn (maison, tristesse, rêve)
y- Ziman pêş ve diherike tê ser diranên pêşî yên jêrîn û dengê y derdikeve.
            Mînak : yek, yar, yekîtî (un, chérie, unité)
z- Diranên pêşî têne ser hev û din ziman jî tê paşiya wan û dengê z derdikeve.
            Mînak : zevî, ez, zer (champ, je, jaune)
xw- Deng di qirikê de derdikeve û lêv jî gilover dibin, ziman bas ve diçe û dengê xw derdikeve.
            Mînak : xwarin, vexwarin, xwê (manger, boire, sel)    
 
 
 
Anahtar Kelimeler:
alfabeya kurdî
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.