Amerîka li ser koça dawî ya Talebanî peyam da

Amerîka li ser koça dawî ya Talebanî peyam da

Amerîkayê derbarê koça dawî ya Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî peyameke serxweşiyê da.

Wezareta Derve ya Amerîkayê peyameke hevxemiyê bi boneya koça dawî ya Celal Talebanî belav kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand: “Em hevxemiya xwe û gelê Amerîkayê bi boneya koça dawî ya Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî radigihînin.”

Heather Nauert herwiha da xuyakirin, “Amerîka bi wefata Celal Talebanî gelek dilgiran û xembar e.”

Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.

Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.

Îro berî nîvro hatibû ragihandin, ku rewşa tendirustiya Talebanî xirab bûye û pizîşkan ew xistibûn bin çavdêriyeke tund, lê belê danê serêvarî hat ragihandin, ku Talebanî piştî têkçûna rewşa wê ku ketibû komayê, canê xwe ji dest daye û koça dawî kiriye.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.