Barzanî daxwaza Fransayê red kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza Serokê Fransa Emanuel Macronî bo bipaşdexistina referandumê red kir û ragihand, referandûm dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

Barzanî daxwaza Fransayê red kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Fransa Emanuel Macron îro bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axiviye û her du aliyan li ser mijara referandûma serxwebûnê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtina telefonî de Serokomarê Fransa pesnê Kurdistanê da ye û rola Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û hewandina aware û lêqewimiyan bilind nirxandine.

'MACRON PIŞTGIRIYA YEKÎTIYA AXA IRAQÊ KIR'

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje ku Emanuel Macron di vê pêwendiyê de, "herwiha piştevaniya welatê xwe bo yekparçeyiya Iraqê û mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de anî ziman û daxwaza paşxistina referandumê kir."

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: "Di beramber de Barzanî spasiya Serok û hikûmet û gelê Fransayê kir ji bo piştgiriya berdewam a wan bo Kurdistanê û ragihand jî, ku referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan."

'DERIYÊ GOTÛBÊJAN NEHATINE DAXISTIN'

Barzanî herwiha ji Macron re gotiye: "Deriyê gotûbêjê nehatine daxistin û piştî referandumê, Kurdistan dê li gel Bexdayê gotûbêjê bike."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.