Dr. Edy Cohen: "Herêma Kurdistanê wê dewleta xwe damezrîne"

Pisporê îsraîlî Dr. Edy Cohen di gotara xwe ya duhî de behsa damezrandina dewleta Kurdistanê kir. Cohen wekî pisporê kare barên ereb ên Rojhilata Navîn tê naskirin.

Dr. Edy Cohen: "Herêma Kurdistanê wê dewleta xwe damezrîne"

Dr. Edy Cohen yê karûbarê welatên ereb di gotara xwe duhî ya rojnameya Îsraîlê ya Hayom a fermî de belav kir ku raperîna gelên ereb a dijî rejîmên welatê xwe ku wekî bihara ereb tê naskirin fitîla nakokiyan a li wan welatane teqandiye.

Li gorî nûçeya Basnewsê Edy Cohen gotiye, Lîbya, Libnan û Yemen perçe perçe dibin û hemwelatiyên Misirê jî di navbera alîgirên Mihemed Mûrsî û serokkomarê niha Ebdulfetah Sîsî de dabeş dibin û Qibtiyên ku Mesîhîne jî wê xwe bidin aliyê Mûrsî.

Ew pisporê Îsraîlî dibêje "Komara Kurdistanê li Kurdistana başûr wê damezre û paytexta wê jî dê Hewlêr be." Her wiha pêşbîniya wê yekê jî dike ku Sûriye wê bibe sê beş û wê dabeş bibe, dewleta şîe û elewî wê li Tertûsê, sune li Heleb û kurd jî li bakûrê Sûriyê wê xwedî herêm bin û ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve peyvendiyên wan wê li gel komara Kurdistanê hebin.

Li gorî pêşbîniyên Edy Cohen: "Iraqa ereb wê bibe dû beş, ku bajarê Basra dibe paytexta dewleta şîeyan û sune jî dewletekê wê bo xwe ava bikin, ku paytexta wê jî wê Bexda be."

 

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.