Erdogan: Tirkiye Ji minbicê heyanî sînorê Iragê ji Kurdan paqij bike

Erdogan: Tirkiye Ji minbicê heyanî sînorê Iragê ji Kurdan paqij bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew dê operasyonên xwe li Sûriyê berdewam bikin û tekez kir, Tirkiye dê ji Minbicê heta ser sînorê Iraqê  ji Kurdan paqij bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîke partiya xwe de li ser êrişa artêşa wî welatî ya li ser herêma Efrînê daxuyaniyên nû da. Erdogan destnîşan kir, ew dê operasyonên xwe li Sûriyê berdewam bikin, heta ku  dawî bi kurdan bînin.

Recep Tayyip Erdogan herwiha rexne li siyaseta Amerîkayê ya li hember PYD û YPGê girt û got, Waşingtonê di destpêkê de PYD û YPG weke rêxistinên terorîstî neda naskirin û piştre jî bi şandina çekan ew çekdar kirin.

Erdoagan da xuyakirin, ku ew bixwe dê nîgeraniyên xwe yên derbarê kurdan de çareser bikin û got, hêza wan têra wê yekê dike.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi şandina çekan ji aliyê Amerîka ve bo YPGê kir û diyar kir, ku armanca wan ne şerê li dijî terorê ye, lê belê armanca wan çêkirina korîdorekê li ser sînorê wî welatî û Sûriyê ye.

Erdogan tekezî li ser berdewambûna êrişa Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê kir û bi amajekirina bi berfirehtirkirina operasyonê ragihand, ew dê her ji sînorê Minbicê ve heta ser sînorê Iraqê, deverê ji Kurdan  paqij bikin.

Erdogan got: “Her weke ku soza wê hatiye dan, em dê li Minbicê li pey Kurdan bigerin. Heta ser sînorê Iraqê û heta ku ti kurdek nemîne , têkoşîn dê bidome.”

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.