Feqiyên Teyran

Feqiyên Teyran

Feqiyê Teyran, Li gor hinek dîrok zanan ji têt gotin ku di 1590 de hatiyê dinyê û di 1632-1660 de ji çûya ser dilavaniya xwe. Lê li ser van dîrokan ji vegotinên çûda tên gotin. Lê ya rastî ewê ku feqiyê teyran di 1590 wan de hatiyê dinyê û jiyanake mazin û bi zanist berdewam kiriya.

Feqiyê Teyran, di gelek vegotin û nivîsanan de bahs tê kirin ku ew helbestanaveka an ji mirovakî ku şaira. Lê ya rasti ewê ku ew ne tenê mirovekî ku helbestvan an ji şaira. Ew Fîlozofekî ku mezine. Di dema xwe de li ser hizir pir kur bûye û pir nivîsandiye. Çend ku haya iro roja me, zêde pirtûkên wî ne hatibin ji, em zanin ku wî ne yek an ji du, hinek pirtûk ji nivîsandina. Li ser felsefedîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe hizre xwe aniya ser ziman.

Feqiyê Teyran li gundê Miksê yê ko girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye ji dayîk bûye. Lê Mikis an jî Miks, nuha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotiye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di diroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destan-nivîs û çîrok nivîskekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs)

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Mihemed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirbeya wî hê jî ji navçeya Miksê ya Wanê ye.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.