Baydemîr: Careke din dost û dijminên Kurdan eşkere bûn

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr li Diyarbekirê serdana şîna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî kir. Baydemirê ku beşdarî merasîma cenaze ya li Silêmaniyeyê jî bû got, "Hemû dewlet li wir bûn lê Enqere ne li wir bû. Careke din dost û dijminên gelê Kurd eşkere bûn."

Baydemîr: Careke din dost û dijminên Kurdan eşkere bûn

Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr li Diyarbekirê serdana şîna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî kir. Baydemîr di şînê axivî û diyar kir ku Talabanî ‘mamê' 40 milyon kurdan e û hemû kurd şîna wî digirin.

Baydemîr dest nîşan kir ku divê ji îradeya gel re rêz were girtin û got, "Kesên ku dixwazin gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bikin, dê negihêjin armanca xwe. Ger bi gefxwarin, zordestî û fişaran encam bihata girtin wê li Enfalê, Helebceyê, Koçgiriyê bihata girtin. Ev gefxwarin bêencam in."

Osman Baydemîr ragihand ku divê cîhan rêzê li îradeya gelê Kurd bigire û wisa berdewam kir: "Em spasiya bajarên ku şîna Mam Celal girtin, dikin. Em ê xwedî li xeyalên Mam Celal derkevin û yekîtiya Kurdan pêk bînin. Hemû dewlet li wir bûn lê Enqere ne lir wir bû. Careke din dost û dijminên Kurdan eşkere bûn. Ez careke din nemirên Kurdan silav dikim. Ji bo gelê Kurd azadî, demokrasî û aramiyê hêvî dikim."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.