Çavuşoglu: Wek ku YE naxwaze sozên xwe bîne cih

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wiha dixuyê wek ku dilê Yeekîtiya Ewropayê tine ku sozên xwe bîne cih û teqez kir ku Tirkiye dê yekalî rêkeftinê pêk neyêne û careke din dubare kir ku ew li bendî serbestiya vîzeyê ne heta Cotmeha 2016an.

Çavuşoglu: Wek ku YE naxwaze sozên xwe bîne cih
Çavuşoglu di serdana xwe ya ne fermî bo Yûnanistanê bi rojnameya Kathimerniyê re axivî û got: Eger YE berpirsyariyên xwe neyêne cih, Tirkiye bi awayekî yekalî nikare rê li ber koçberiya nebirêkûpêk bigire."

"TIRKIYE BI RIJD E KU BISEPÎNE"

Wezîrê tirk bi bîr anî ku armanca yekem a peymana penaberan, rêgirtina li ber mirina penaberan di deryaya Egeyê de ye û wiha dewam kir: "Piştî 5 mehan ji rêkeftinê, em dikarin bi serbilindî bibêjin ku ev armanc pêk hat. Tirkiye bi rijd e ku rêkeftinê bisepîne. Eger rêkeftin bi awayekî bibandor bê sepandin, cihê ji tirsê re tine"

. "EM HETA COTMEHA 2016AN LI BENDî SERBESTIYA VÎZEYÊ NE"

Herwiha Çavuşoglu bal kişand ser hindê ku hevkariya li Egeyê di rêya sozên beramber pêk hatiye û wiha dewam kir: "Em niha li bendî ne ku YE sozên xwe bîne cih. YE sozên wek serbestiya vîzeyê bo welatiyên Tirkiyeyê û alîkariya welatiyên Sûriyeyê dan. Li gel ku koçberiya bêhevseng ya deryaya Egeyê hat kontrolkirin jî lê em dibînin ku YEyê naxwaze sozên xwe pêk bîne. Eger YE sozên xwe neyêne cih, Tirkiye bi awayekî yekalî dê nikaribe rê li ber koçberiyê bigire. Herî dereng em hêvî dikin meha cotmehê serbestiya vîzeyê were".

"ÎTÎBARA EWROPAYÊ LI BA RAYA GIŞTî YA TIRKIYEYÊ XERA BÛ"

Çavûşoglu têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê piştî derbeya leşkerî nirxandin û wiha got: "Îtîbara Ewropayê ya parêzera mafên mirovan, demokrasî û serdestiya hiqûqê li ba raya giştî ya Tirkiyeyê xera bû. Em wiha bawer dikin ku herdû alî bi diyalogê baweriya di nav xwe de serrast bikin. Dereng bin jî, ev serdanên ji Ewropayê îşaretên berbiçav in ku em li bendî wan bûn. Em bi aramnca endamîtiya giştî sozên xwe pêk tînin û em dixwazin YE jî bi heman awayî tevbigere. Ev daxuyaniyên gefan li pêvajoya endamîtiya me dixwin, tenê me xembar dikin û tundrewiyê nîşan didin".

"EM HÊVÎ DIKIN, ZÛTIRÎN DEM BÊN VEGERANDIN"

Li ser ew 8 leşkerên ku piştî derbeya leşkerÎ reviyan Yûnanistanê û pêvajoya vegerandina wan, Çavuşoglu wiha got: "Em hêvî dikin ku pêvajoyên hiqûqî zûtirÎn dem bi dawî bibin û ev ken bên vegerandin bo pergala hiqûqa Tirkiyeyê ku wê bi awayekî dadmend bên darizandin. Divê daxwazên penaberiya wan kesên ku hewl didin hikûmetên bi awayên demokratîk hatine hilbijartin birûxînin, neyên pejirandin"
.
Sputnik

 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.
Avatar
RODDOD DOWUW 2 yıl önce

ŞU HABERİ TÜRKÇE YAPIN EMPERYALİZMİN UŞAKLARI