Ji Ahmet Turk daxuyaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê

Parlamenter û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku divê hesreta kurdan a dewletbûnê were bicihanîn.

Ji Ahmet Turk daxuyaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê berisva pirsên Peyamakurd da û got: "Kurd li Rojhilata Navîn xelkekî gelekî girîng in. Şertê dewletbûna Kurdistanê çêbûye û divê hesreta kurdan a dewletbûnê were bicihanîn.

Ahmet Turk di berdewamiya axaftina xwe ya pirsên Peyamakurd de got: "Kurd li Rojhilata Navîn xelkekî xwedî aktor û gelekî girîng in. Bi 40 milyon nifûsa xwe piştî nifûsa ereb civak û xelkê herî girîng e. Lê mixabin ji demên dirêj ve nebûye xwediyê statûyekê û li hemû coxrafiya ku lê jiyane rastî înkar û asîmîlasyonê hatine."

‘ŞERTÊN KURDISTANÊ MUSAÎD E' 

Turk di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lê li Başûrê Kurdistanê hinek şert û merc ji bo referandumê û dewletbûnê derket holê û niha musaîd e. Rêvebiriya kurdistanê ev şert ji xwe re çêkirin û niha ber bi referandumekê ve diçe. Helbet mafê kurdan e dewletbûn, wekî her gelî mafê wan e ku bibin xwedan dewlet. Lê dema ku ev biryar were dayîn divê danûstandineke baş were kirin. Yanî divê bi partî, rêxistinên sivîl, akademîsyen, zanîngeh û hemû derdorên Kurdistanê re hisabê kar û zirara wê bike."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.