Mîrekî Êzidiyan koça dawî kir

Mîr Farûq Seîd Beg ku yek ji mîrên Kurdên Êzidî ye û birayê Mîr Tehsîn Beg e Mîrê Êzidiyan, li nexweşxaneya Henover li welatê Elmaniya koça dawî kir, piştî ku demek dirêj bo maweyê çend salan nexweşmabû.

Mîrekî Êzidiyan koça dawî kir

Mîr Farûq Seîd Beg ku yek ji mîrên Kurdên Êzidî ye û birayê Mîr Tehsîn Beg e Mîrê Êzidiyan, li nexweşxaneya Henover li welatê Elmaniya koça dawî kir, piştî ku demek dirêj bo maweyê çend salan nexweşmabû.

Kurê rehmetî Mîr Dasin Farûq Seîd ji BasNews re ragehand ku, îro 4 Eylûlê Mîr Farûq di temenê 70 salî de koça dawîkir, cenazeyê xweda jê razî dê jibo nahiyeya Baedrê were veguheztin û dê li goristana Hacî Elî di merasîmekî taybet de bi axê were spartin.

Mîr Farûq Beg ji destpêka şoreşa Eylûlê ve ligel şoreşê bû, li Anrînkî akincîbûye, jiber şerê rêjîma Bass rehmetî berê xwe da welatê Îranê û li Komara Mehanbadê jî bicîbûye, heta şikestina şoreşa Eylûlê.

Rehmetî li ser daxwaza Barzanî yê nemir vegeriya Herêma Kurdistanê û li devera Baedrê akincîbûye.

BasNews

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.