Tirkiyê 3 televizyonên Kurdî ji Turksatê derxist

Piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, Lijneya Radyo û Televizyonan a Tirkiyê (RTUK) biryar derxistibû ku weşana televizyonên ji ser sataleyta Tirkiyê Turksatê weşanê dikin, bide rawestandin.

Tirkiyê 3 televizyonên Kurdî ji Turksatê derxist
Kompaniya Sataleyta Turksatê li ser daxwaza RTUKê weşana her sê televizyonên Herêma Kurdistanê Rûdaw, Kurdistan24 û Waar TV ku xwedî frekansên Turksatê bûn, da sekinadin û ew ji nav Turksatê derxistin.

Edî weşana wan televizyonan li ser turksatê naye temaşekirin ku tenê temeşevan dikarin ji ser sataleytên din ên frekensên wan televizyonan weşanên wan bişopînin.

Di civîna neasayî ya RTUKê de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) ne amade bûn û biryar tenê ji aliyê endamên AK Partî û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ve hate dayîn.

 

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.