‘Armanca yekîtiya netewî azadkirina çar parçeyên Kurdistanê ye’

‘Armanca yekîtiya netewî azadkirina çar parçeyên Kurdistanê ye’
Di peyamên Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê de pêşniyarên cûr be cûr ji bo prensîbên yekîtiya netewî tên kirin. Ji bo Efrîn jî pêşniyar hate kirin ku Komîteyeke dîplomasiyê di şêwrê de ava bibe û ji bo rawestandina êrîşên ser Efrîn di asta navnetewî de xebat bide meşandin û weke helwestek jî herkes îmze ji bo rawestandina êrîşên ser Efrîn bide. Pêşniyareke din a girîng jî ava kirina komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmên nakokî li ser hene û derxistina projeyeke çareseriyê ji bo van herêman. 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê bi peyam û axaftinên pêkhate, kesayet, partî û nûnerên parçêyen din yên Kurdistanê berdewam dike û gelek pêşniyar tên kirin.

‘Divê komîteyeke çalakî û dîplomasiyê ji Efrîn were derxistin’

Hevserokê Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Hesen ragihand ku ne tesadûfe ku dewleta Tirk di salvegera damezrandina Komara Kurdistanê Mahadê de êrîşê Efrînê kir û got: “Dewleta Tirk di salvegera damezrandina Komara Kurdistan ya Mahabadê de bi 72 balafiran êrîşê Efrînê kir. Em pêşniyar dikin ku li vir komîteyeke di şêwrê de were derxistin ji bo xebatên dîplomatîk ji bo Efrînê bidin meşandin û her wiha çalakiyên piştgirî û nerazîbûnê werin lidar xistin. Her wiha pêwîste komîteyek di şêwrê de were derxistin ku biryarên li vir derdikevin bişopînin û ji bo pêkanîna wê bixebitin.”

‘Siyaseta texlîdî û kevin binketiye’

Nûnerê Nifşê Nû Rabûn Merûf jî rexne li siyaseta partiyên Başûrê Kurdistanê kir û ragihand ku pêwîstiya Başûr bi siyaseteke nû heye û got: “Divê em siyaseteke nû û sîstemeke perwerdeyî ya nû ya li ser bingehê hemwelatîbûnê pêşbixin. Da ku ev sîstemek wisa ava bibe ku di her aliyekî de xwe û Kurdistanê biparêze. Êdî siyaseta texlîdî û kevin binketiye.”

‘Tirkiye hemû qadên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye’

Nûnera Zerdeştiyan Awat Husamedîn jî bi navê bawerî û pêkhateya Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê ser bi Wezareta Ewqaf (Baweriyan) jî peyama Zerdeştiyan xwend û di têde hate gotin ku divê peyam ne hizbîbin netewî bin. Niha Tirkiye hemû qadên Başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Ew çanda me biçûkdixin lê, em radibin rêzefilmên wan li Başûrê Kurdistanê dûblajê Kurdî dikin.  Çanda me ya Kurdewarî li ber têkçûneyê. Tiştekî ayîdê me li vir nîne, em her tiştê xwe ji welateke din digirin. Divê em li ser berjewendiyên netewî nîqaş bikin û di vir de zelaliyek çêbikin.”

‘Divê em girîngî bidin şûnwarên xwe yên dîrokî’

Bi navê kongreya Îslama Demokratîk jî Mela Nadir axivî û îşaret bi têkçûna şûnwarê dîrokî yên Kurdistanê kir û got: “Divê em girîngî bidin şûnewarên xwe yên dîrokî û wana biparêzin. Niha li Kurdistanê navê gelek cihan tên guhertin û bi vî awayî dîroka Kurdan tê winda kirin. Her wiha ji bo dewlemendiya fikir divê nûnerên hemû baweriyên Kurdistanê jî di vir de amade bin. Ji ber êrîşa dagirkeriyê ya ser Efrînê jî em dua ji bo Efrînê dikin.”

Bizûtnawey Îslamî ya Kurdistanê jî ragihand ku her çi gavek di berjewendiyê gelê Kurd de were avêtin ew amadene ku di her aliyek de beşdar bibin û ji bo wê bixebitin.  

Hizba Şûî ya Kurdistanê Ebû Tahîr jî pêşniyara lidar xistina konferanseke netewî ya zanistî kir ku maf û hiqûqa gelê Kurd û çareseriya pirsgirêkên wan di çarçoveya qanûnî de guftûgo bike û got: “Armanca Yekîtiya Netewî jî azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Bi navê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî Ebûbekir Karwanî axivî û got: “Yekgirtû bi coşe her pêngavek ji bo hevdu temamkirin û hevkariya neteweyî li navbera parçe, hêz û alî, pêkhateyên Kurdistanê de. Pêwîste hemû parçe di nava xwede lihev bikin û paşê jî di asta netewî ya giştî de aşitiyek pêk were.”

‘Divê komîteyek ji bo Xurmatû û herêmên nakokî li ser hene were derxistin’

Meclîsa Gel a Xurmatû jî peyama gelê Xurmatû xwend û bûyerên 16’ê Cotmehê yên li herêmên nakokî li ser hene pêk hatin weke xiyaneta hizbî bi nav kir û got: “Di encama xiyaneta hizbî de gelê Xurmatûyê koçber bû u malê wan wêran bû. Di encam vê xiyanetê de felaketek hat ser Xurmatûyê. Ji lewma em pêşniyar dikin ku KNK komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêken Kerkûk û giştî herêmên nakokî li ser hene derxe û projeya çareseriyê ya ji bo van herêmên nakokî li ser hene were derxistin."

ROJNEWS

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.