Barzanî bersiva Fallon da: Ji bilî serxwebûnê ti rêyek nemaye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev 18ê Îlonê bi Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Michael Fallon û şandeya ligel wî civîya.

Barzanî bersiva Fallon da: Ji bilî serxwebûnê ti rêyek nemaye
Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Barzanî û Fallon de daxuyaniyek weşand.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fallon û şandeya Brîtanî ya ji Balyozê Brîtanya li Iraqê Frank Baker, hejmarek dîplomatkar û şêwirmendên serbazî pêk dihat ji Barzanî daxwaza paşxistina referandûma serxwebûnê kirin.


Fallon ji Barzanî daxwaz kir bi bedila referandûmê li gor ajandayekê bi Bexdayê re proseya dîyalogê bidin destpêkirin û ew jî bi çavderiya civaka navdewletî be.

Li beramberî daxwaza Fallon Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ragihand: "Me hemû cûreyên peywendiyê li gel Iraqê, ji lamerkeziyê bigre heta otonomî û heta digihe federaliyê, me hemûyan ceriband û şikest anî, ji bilî serxwebûnê hîç rêyekî din nemawe, em dixwazin dû cîranên baş bîn û baştirîn peywendiya me hebê."

Barzanî di civînê de da xuyakirin ku di ti bedîlên ku heta niha ji bo dîyalogê hatine pêşniyarkirin de, guftûgokirina serxwebûnê tune ye û got, "Amadehiya Bexda ji bo destpêkirina guftûgoyê li ser serxwebûna Kurdistanê tê de nebûye. Ji bo wê yekê daxwaza paşxistina referandûmê tenê bi navê guftûgokirina li gel Bexda bi bêyî wê yekê bê zanîn li ser çiye û çi mîsogeriyeke navdewletî dibe, referandûm nayê paşxistin."

Barzanî da xuyakirin, "Heger hikûmeta Iraqê amadehiya xwe ya li ser guftûgokirina serxwebûna Kurdistanê derbibirê, demeke diyarkirî û zemaneta (garantîya navnetewî) navdewletî hebe ji bo bicihkirina rêkeftina li ser serxwebûna Kurdistanê, wê demê serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê kom dibe û biryara xwe ya dawî dide."


 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.