Barzanî û Hêro Xan li ser referandûmê axivîn

Hat zanîn ku di serdana îro 20ê Îlonê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Silêmaniyê de, bi Hêro Îbrahîm Ehmed a hevjîna Celal Talebanî re li ser referandûmê gotûbêj hatiye kirin.

Barzanî û Hêro Xan li ser referandûmê axivîn
Medyaya nêzîkî YNKê ragihand ku di hevdîtina Barzanî û Hêro Îbrahîm Ehmed de, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û encamdana referandûmê de gotûbêj hatiye kirin.

Barzanî piştî çend hevdîtinên bi karbidestên YNKê û bajarê Silêmaniyê re, beşdarî ahenga mezin a Stadyûma Silêmaniyê ya bo piştgiriya referandûma serxwebûnê bûbû û li wir gotarek pêşkeşî bi hezaran kesan kiribû.

Barzanî cara ewil di wê ahengê de, ragihand ku ew dê piştî referandûmê nexşerêyeke gotûbêjên bi Bexdayê re heta salek-du salan bidin ber xwe.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.