Barzanî: Referandum ne dawiya cîhanê ye

Barzanî: Referandum ne dawiya cîhanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser giştpirsiya 25ê Îlonê ragihand: “Referandum ne dawiya dinyayê ye, biryara gelê Kurdistanê ye ku di derbarê siberoja xwe de didin.” Barzanî herwiha diyar kir, ku heta niha alternatîva ku dixwazin negihiştiye destê wan û tekez kir: “Piştî referandumê em amade ne li gel Bexda û civaka navdewletî gotûbêjan bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Silamaniyê beşdarî çalakiya referandumê bû.

Barzanî li Silêmaniyê di gotara xwe de diyar kir: “Referandum ne dawiya dinyayê ye, biryara gelê Kurdistanê ye ku di derbarê siberoja xwe de didin. Referandum ji bo armanceke pîroz, tenê amrazek e û ew jî serxwebûn e.”

Mesûd Barzanî bal kişande ser wê yekê ku referandum bûye rojeva sereke ya cîhanê û destnîşan kir:

“Referandum biryara gelê Kurdistanê ye, ne biryara çend partiyan e. Di mijara niştimanê de em weke gelê Kurdistanê yek in û partiyekê ne. Referandum ji bo armanceke pîroz, tenê amrazek e û ew jî serxwebûn e.

Referandum ne dawiya cîhanê ye. Di derbarê siberoja xwe de biryardana gelê Kurdistanê ye. Qebûlnekirina referandumê tê wateya nenasîna mafên we. Di sala 2003an de me berê xwe da Bexdayê û me xeletî kir. Me dît ku li Bexdayê tenê rû guherîne. Çanda înkarkirinê weke xwe maye.

Min her dem bawer kiriye ku Kurd û Kurdistan bihêz dibe. Îro ev baweriya min qat bi qat zêde bû. Garantiya me ya yekane, referandum e. Em dixwazin li gel Iraqês bibin du cîranên baş.” 

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Piştî referandumê em amade ne li gel Bexda û civaka navdewletî gotûbêjan bikin.” Mesûd Barzanî aşkere kir, “piştî referandumê em dikarin heta du salan li ser pirsgirêkên xwe li gel Iraqê gotûbêj bikin û wan pirsgirêkan çareser bikin û bibin du cîranên baş.”

Rûdaw

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.