Biryara nû ya Tirkiyeyê derbarê Kurdistanê de

Hikûmeta Tirkiyeyê biryareke nû ji bo herêma Kurdistanê da û rêkarên dana vîzeyê guherandin, herwiha nirxê vîzayê ji bo kesekî di şûna 30 dolarî kir 250 dolar.

Biryara nû ya Tirkiyeyê derbarê Kurdistanê de
Hewlêr — Konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji niha pê ve dê rênima û rêkarên nû bisepîne ta ku vîzeyê bide welatiyên herêma Kurdistanê.

Li gorî rênimayiyên nû, ji niha pê ve Konsulxaneya Tirkiyeyê dê bi rêya şîrketeke geştyariyê vîzayê bide welatiyên Herêma Kurdistanê.

Herwiha Tirkiyeyê nirxê vîzayê jî bo welatiyên Herêma Kurdistanê giran kir û ji 30 dolarî kir 250 dolar.

Konsulxaneya Tirkiyeyê da xuyakirin ku vîzaya xwe bê pere bide wan kesên ku vîza yan jî îqameya welatên Amerîka, Brîtanya, Îrlenda û welatên endamên Schengenê hene û çend curên din ên vîzeyê jî li hember pere û bi mercên taybet dide welatiyên Herêma Kurdistanê.

Li gor rênimayiyên nû, wergirtina vîzaya Tirkiyeyê jî her weke vîzaya Schengenê (Şengen) dê bi rêya şîrketa VFS Globale be.

Ji aliyekî din ve, hat gotin ku Konsulxaneya Tirkiyeyê dê di navbera 1 heta 5 rojan de bersiva daxwaza welatiyên bo wergirtina vîzayê bide.

Herwiha hat ragihandin ku daxwaza her welatiyekî Herêma Kurdistanê ya vîzayê were redkirin, ew ê pereyên wî lê venegerînin.

Sputnik
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.