Cenazeyê Mam Celal yekser diçe Silêmaniyê

Hat ragihandin ku dê cenazeyê serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî nebin Bexdayê û dê rasterast ji Berlînê were Silêmaniyê.

Cenazeyê Mam Celal yekser diçe Silêmaniyê
Li gor nûçeya Rûdawê Şêwirmendê Serokomariya Iraqê Ebdullah Eliyaweyî got: "Roja înê 6ê Cotmeha 2017an cenazeyê Mam Celal Talebanî bi awayekî rasterast bi firokeyeke taybet ji Berlînê bo Silêmaniyê tê şandin û nabin Bexdayê."

Şêwirmendê Serokomariya Iraqê da zanîn: "Bo merasima pêşwazî û serxweşiyê, ti kesatiyek nehatiye vexwendin û nayê vexwendin, lê belê hejmareke zêde ya serkirdeyên welatan û dost û hevalên Mam Celal bi xwe dê amade bibin."

Li gor nûçeya BasNewsê jî Cîgirê sekreterê yekem ê encûmena navendî yê YNK Zêbêr Osman ragihand, dê roja Înê termê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî bigihe bajarê Silêmaniyê û li Debaşan were definkirin.

Serkirdeyê Kurd Celal Talebanî di 84 saliya xwe de, 3yê Cotmeha 2017an li nexweşxaneyeke Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser wefeta Talebanî şeva borî di peyameke televîzyonî de 7 roj şîna giştî li Herêma Kurdistanê ragihandibû.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.