Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê 4 biryarên girîng dan

Piştî civîna Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku îro 11ê Cotmehê civiya, nav wekî Encumena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê hat guhertin û li ser pêşhatên piştî referandûma serxwebûnê jî 4 biryar hatin dayîn.

Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê 4 biryarên girîng dan
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê bi daxuyaniyekê ragihand ku navê Serkirdayetiya Siyasî ya Herêma Kurdistan-Iraqê bi navê Encumena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê hatiye guhertin û beşdarên encûmenê 4 biryar girtine.

Hat ragihandin ku di civînê de, guhertinên dawî yên siyasî û karvedanên navdewletî û herêmî û Iraqî li beramber referandûmê hatine guftûgo kirin û gihîştine çend encaman ku bi 4 xalan hatine ravekirin.

Di civînê de 4 biryarên bi navê Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê hatine wergirtin wiha ne:

Yekem: Civînê de, amadebûyan pabendî îradeya gelê Kurdistane ku li rêya beşdarbûn û dengdana li referandûma 25ê Eylûla 2017 bi azadane der biriye. Herwiha bicîhkirina encamên referandûmê li ruyê zemenî ve bende bi diyalogekî binyatner û lêpirsiyane. Ji bo wê yekê civînê de, amadehiya xwe ji bo destpêkirina diyalogekî vekirî ligel Bexda bi bê pêşmerc û bi bê sizadan û abluqeyê û her wiha rexsandina dema pêwîst ji bo serxistinê derbirîn.

Duyem: Sepandina sizayê li ser gelê Kurdistanê neyasayî û neberpirsiyaraneye û aloztir kirina rewşa siyasî xizmeta berjewendiya hîç aliyek nake.

Sêyem: Civînê de bi raya giştî ya cîhanî û hevpeymaniya navdewletî radigihîne ku gelê Kurdistanê rûbirûyê abluqe û sizadana bi komel û gefa bikaranîna hêzê hate kirin û eve rewşa mirovî û jiyana xelk û koçberan li Iraq û Kurdistanê dibe qonaxekî metirsîdar û daxwaz dike sînorek ji bo vê gef û ablûqe û sizadana bi komel bê danîn.

Çarem: Amadebûyên civînê biryarê dan civîna hizb û aliyên siyasiyan li bin navê Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê berdewam bê.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.