'Hemû seferên hewayî yên Silêmaniyê hatin betalkirin

Li ser biryara hikûmeta Iraqê hemû geştên balefirgeha navnetewî ya Silêmanîyê hatin rawestandin.

'Hemû seferên hewayî yên Silêmaniyê hatin betalkirin
Li gor nûçeya medya Herêma Kurdistanê Rêveberê balafirgeha navnetewî ya Silêmaniyê Tayer Ebdula ragihand, Bexda bi biryareke siyasî hemû balafirgehên herêma Kurdistanê rawestandin û herî dawî jî bi vê biryarê ve bixwe dê rastî ziyan û metirsiyê bibin.

Tayer Ebdula di civîna çapemeniyê got: "Piştî desthilatdariya Iraqê biryar da hemû geştên navnetewî yên balefirgeha navnetewî yên Hewlêr û Silêmaniyê bên ragirtin û piştî hewldanên zêde yên poşmaniya wê biryara hikûmeta Iraqê, herî dawî îro demjimêr 18:00ê de balafirgeha navnetewî ya Silêmanî biryara hikûmeta Iraqê xist warê pêkanînê û hemû geşt ragirtin."
 

Tayer Ebdula wiha pê de çû: "Em heta niha bi hemû biryar û rênimayî û yasayên balefirgehî ya Iraqê girêdayî tevgeriyane, herwiha gelek car wezîrê veguhestina Iraqê pesnê balafirgeha Silêmaniyê daye, lê di cihê ku hikûmeta Iraqê piştgiriya balafirgeha Silêmaniyê bike, bi derxistina biryarek wiha ve ziyanek mezin dide balafirvaniya Iraqê, ji ber balafirgehên herêma Kurdistanê beşek giring ên xetên esmanî yên Iraqê ne."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.