Komîteya KNK ê rêzehevdîtinên xwe bi deste û saziyan re didomîne

Komîteya KNK ê rêzehevdîtinên xwe bi deste û saziyan re didomîne

QAMIŞLO –  endamên şandeyê ku ji Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Nulfer Koc, endamên komîteya amadekar a kongre Silêman Ilyas û Derya Remedan pêk dihat serdana navenda Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya ya bajarê Qamişlo kir.

Şande ji aliyê serokê yekîtiyê Dilawer Zinkî û rêveberên yekîtiyê Merwan Şêxê, Dilovan Deştî, Fehîm Mûrî, Ridwan Mihemed û Noşîn Bîcermanî ve hatin pêşwazîkirin.

Endamên şandeyên fermî Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya vexwendin hevdîtinan. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya Dîlawer Zingî di daxuyaniyeke xwe de li gel ajansa ANHA yê diyar kir ku wan vexwendina kongre qebûl kir û got ku Kongreya Netewî ya gereke bibe lêvegera bilind a hemû biryarên kurdî. Zingî her wiha anî ziman ku ew hewl bidin ji bo serkeftina hevdîtinan bixebitin.

Endamên Yekîtiyê pirtûk wekî diyarî pêşkêşî endmaên komîtey amadekar kirin.

Şandeya komîteya amadekar piştre, çûn serdana Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê. Rêveberên yekîtiyê Ehmed El-Huseynî, Enahîta Şêxê, Meryem Temir, Mûnîr Şêxê û Dilda Şeko pêşwaziya şandeyê kirin.

Komîteya Amadekar a Kongre, vexwendineke fermî ya beşdarbûna hevdîtinên şêwerî pêşkêşî Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Mûnîr Şêxê lidarxistina hevdîtinên şêwerî pîroz kir û serdanana wan wekî gavake pîroz dibîne ku hemû rêxistina beşdarî hevdîtinan dike.

Şêxê got: “Diyariya herî baş ku em pêşkêşî xwîna şehîdên Kurdistanê bikin, yekîtiya gelê kurd e. ji ber vê yekê gereke gotina kurdan di qadên navnetewî de yek be. Ji bo jî em beşdarî hevdîtinên şêwirî bibin, ev hevdîtin xewna her kurdekî ye.”

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.