Kosret Resûl: Êrîşa Kerkûkê plangeriyeke piralî ye

Cigirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Kosret Resûl ferman da fermandarên pêşmerge û ragihand: Ji bilî Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Kurdistanê, fermanê ji ti kesî wernegrin."

Kosret Resûl: Êrîşa Kerkûkê plangeriyeke piralî ye
Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Kosret Resûl îro li Silêmaniyê ji fermandarên pêşmerge yên eniya başûrê Kerkûkê re civînek saz kir. Di civînê de fermandarên pêşmerge Cefer Şêx Mistefa û Westa Resûl jî amade bûn.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Kosret Resûl, di civînê de Resûl behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê kiriye, êrîşa ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî weke plangeriyeke piralî binav kiriye û gotiye: "Dewleta Iraqê bi artêşeke mezin û hêzeke zêde ya mîlîsên Haşdî anîne ser Kerkûk, Xurmato û navçeyên din ên Kurdistanê." Resûl daye zanîn ku li gel ne hevsengiya hêzê jî, wan karîye li hemberî êrîşan bisekinin û berevaniya axa Kurdistanê bikin.

Herwiha Kosret Resûl ji hemû fermandaran xwestiye bi hemû şiyana xwe ve hêzên xwe birêxistin bikin û nehêlin moralê pêşmerge bikeve.

Li gorî daxuyaniyê Kosret Resûl ji fermandarên pêşmerge re gotiye, ji xeynî Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Kurdistanê, fermanên leşkerî ji ti kes an jî berpirsê hêzeke din wernegirin, ku ne di asta wê berpirsiyariyê de ne. Resûl daye xuyakirin, ku wergirtina fermanên ji kesên din dê bibe xeletiyeke leşkerî û sebeba şikestineke mezintir.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.