Li 13 herêmên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li 13 gundên navçeyên Hênê û Licê ya Amedê ji bo operasyonên dijî PKKê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li 13 herêmên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Walîtiya Amedê derbarê qedexeya derketina derve de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li nava sînorê navçeyên Hênê û Licê ji bo bi dest xistina endamên rêxistin û îmhakirina kozik û baregehên wan dê operasyoneke leşkerî were kirin.

Walîtiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Li gorî qanûna îdareya bajar a 5442an li gundên Birlik, Şenlik, Abali, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy û Daralana Licê û her wiha li Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Serenkoy û li gundê Uzunlara Hênê ji bo hemwelatî zirarê nebînin ji 31ê Tebaxa 2016an roja çarşemê saet ji 05.00an sibehê pê ve ji bo operasyona leşkerî li hemberî rêxistinê li wan gundan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin."

ANF
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.