Meclîsa Leşkerî ya Cerablus: Agirbest demkî ye lê em dagirkeriya Tirkiyeyê napejirînin

Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û artêşa tirk de agirbest hate îlankirin.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablus: Agirbest demkî ye lê em dagirkeriya Tirkiyeyê napejirînin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Sputnikê re diyar kir ku di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û artêşa tirk de agirbest hate îlankirin.

Li gorî nûçeya Ajansa nûçeyan a frensî AFP berdevkê Fermandariya Navendî ya DYAyê John Thomas got: "Di çend saetên dawî de misogerî stand ku hemû alî li hemberî hev agirbestê îlan bikin û li ser tehdîda DAIŞê hûr bibin." Rayedarê leşkerî herwiha diyar kir ku "Ev agirbesteke demkiye û em hêvî dikin ku di nava çend rojên pêşiya me de zelaltir bibe." Thomas aşkere kir ku Tirkiye ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG jî di nav de ye, ji bo pêşî li pevçûnan bigirin bi rayedarên DYAyê re û di nava xwe de rêyên danûstandinê vekirin. Thomas ev peyman weke gaveke ‘cesaret dayinê' nirxand.

MECLISA LEŞKERÎ YA CERABLUSÊ: AGIRBEST DEMKÎ YE

Ji aliyê din ve, li gorî daxuyaniya fermî ya Meclisa Leşkerî ya Cerablusê,ev agirbest agirbesteke demkî ye û bi serperiştiya hêzên hevpeymanê û bi pêşengiya Amerîkayê hatiye kirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em radigihînin ku bi navbeynkariya hêzên hevpeymanê, agirbesteke demkî hatiye ragihandin û ev agirbest di navbera li qeraxa çemê Sacûrê di navbera hêzên me û hêzên digirkeriya Tirkiyeyê de ji duh nîvê şevê de dest pê dike. Hewldan hene ku ev agirbesta demkî bibe agirbesteke mayinde. "Herwiha em diyar dikin ku pejirandina agirbestê nayê wê wateyê ku me bi ti awayî dagirkirina Tirkiyeyê ji Cerablusê re pejirandiye."

‘ÇAVKANIYÊN TIRK: AGIRBEST TINE NE'

Ajansa Reutersê ku zanyariyên xwe sipartin çavkaniyên leşkerî ya Tirkiyayê û çavkaniyan ragihandiye ku bi YPGê re agirbest nehatiye îlankirin. Fermandarek ku di nav komên Tirkiyayê piştgiriya wan dike û li hemberî hêzên kurdan şer dike destnîşan kiriye ku nûçeyê derbarê agirbestê de nerastin û car car operasyonên wan jî dewam dike.
 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.