Nûnerê Taybet yê Obama dîsa çû Kobaniyê

Operasyona Cerablusê ya di navbera Enqere û Washingtonê de bibû sedema rageşiyan. Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê Barack Obama yê têkoşîna li DAIŞê Brett McGurk dîsa serdana Kobaniyê kir.

Nûnerê Taybet yê Obama dîsa çû Kobaniyê
Berdevkek ji Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê ji ajansa AFPê re axivî û ragihand ku Brett McGurk bi rayedarên Yekîneya Parastina Gel (YPG) hevdîtin pêk anîtiye. Hate eşkere kirin ku taahhuda Amerîkayê ya ji bo YPGê ya li dijî DAIŞê dubare kiriye.

Hate destnîşankirin ku daxwaza Tirkiyayê bila hêzên kurd vegerin rojhilatê Çemê Firatê û şerek bi Tirkiyayê re bê astengkirin bi rayedarên YPGê re hatiye axaftin.

Herwiha nûnerê amerîkî McGurk heftaya borî li Tirkiyayê hin hevdîtin pêk anîtibû û bi rayedarên paye bilind yê tirk re hevdîtinan pêk anîtibû û hewldanên têkojina li dijî DAIŞê ya li sînorê Tirkiyayê hatibû axaftin.

 

Sputnik

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.