Parlamenterekî Iraqî daxwaz dike Kurdistan bi aramî ji Iraqê veqete

Parlamenterekî Iraqî daxwaz dike Kurdistan bi aramî ji Iraqê veqete

Parlamenterekî Iraqî dibêje, pêçandina tabûra serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî bi alaya Kurdistanê nîşan da ku kurd serxwebûnê dixwazin ji ber wê jî ya baş ew e Iraq qebûl bike ku Kurdistan bi aramî cihê bibe.

Termê Mam Celal duh bi merasimeke fermî û mezin li girê Debaşan li bajarê Silêmaniyê hat veşartin. Pêçandina tabûta Mam Celal bi alaya Kurdistanê rastî nerazîbûna Iraqiyan hat, ji ber ku ew dibêjin madem Talebanî serokomartiya Iraqê kiriye lazim bû tabûta wî bi alaya Iraqê hatiba pêçandin.

Li ser vê mijarê, parlamenterê Iraqî û endamê hevpeymaniya demokratîk û sivîl ya Iraqê, Fayîq şêx Elî li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, pêçandina tabûta Talebanî bi alaya Kurdistanê nîşan da ku kurd dixwazin ji Iraqê cihê bibin ji ber wê jî bila Iraq qebûl Kurdistan bi aramî cihê bibe.

Fayîq şêx Elî, ku teqrîben kesekî bê alî ye, her wiha gotiye, ya baş ew e ku şirîkatiya kurdan di nav hikûmeta Iraqê de nemîne û ji Iraqê cihê bibin.

Siyasetmedarekî Iraqî bi navê Muwefeq Rubeî, ku di dema serokomartiya Talebanî de berpirsê asayişa niştimanî ya Iraqê bû, duh tevlî merasima şîna Mam Celal bibû lê dema dîtibû tabûta Mam Celal bi alaya Kurdistanê hatiye pêçandin, merasim terikandibû.

Her wiha beşek ji televîzyon û dezgehên medyayî yên Iraqê ji ber ku tabûta Mam Celal bi alaya Kurdistanê hatibû pêçandin, şîn û merasima veşartina Mam Celal rûmal nekirin.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.