Partiya Pêşverû jî naçe civîna Sochiyê

Partiya Pêşverû jî naçe civîna Sochiyê

QAMIŞLO – Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê  li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê ku bi erêkirina Rûsiya pêk hat, vexwendnameya beşdarbûna Kongreya Sochi red kir.

Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê îro bi civîneke çapemeniyê li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo daxuyaniyeke da û diyar kir ku ew beşdarî Kongreya Sochî nabe.

Daxuyanî ji aliyê Sekirtêrê partiyê Ebdulhemîd Hec Derwîş ve hate xwendin.

Daxuyaniya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriya wiha ye:

“Wekî ku hatibû ragihandin, armanc ji lidarxistina Kongreya Sochi ew e ku nêrîn nêzî hev bêne kirine, lihevkirineke di navbea rêjîma Sûriyê û opozisyonê de çêbibe da ku bighêjin çareseriyê ji aloziya heyî ya ku gelê Sûriyeyê dijî. Lê êrîşa bê bext ya li ser Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û bi erêkirina hikûmeta Rûsiyay Fedearl armancên sereke yên lidarxistina kongre winda dike. Ji ber ku ev êrîş aloziya Sûriyê zêde dike. Erêkirina Rûsiya li ser van êrîşan wê wateyê nîşan dide ku ew jî piştgiriyê dide êrîşan li ser beşê ezîz ji xaka Sûriyeyê.

Em wekî Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê bang li raya giştî ya cîhanî û civaka navdewletî dikin ku destwerdanê bike û êrîşên dijminan li ser bajarê me rawestîne, ji ber ku hincetê Tirkiyê ji rastiyê dûr in. Kurdên li Efrînê beşeke ji gelê Sûriye ne û niyeta wan a parçebûna ji Sûriyê tuneye. Tirkiyê kurdên li Efrînê bi terorîstan bi nav dike, lê rastiya wan êdî ji cîhanê re eşkere ye ku wan roleke sereke di şerê li dijî terorê mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û wekî din de lîstin. Yên ku desteke dida terorê Tirkiyê bi xwe ye.

Bi navê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê radighînin ku em beşdarî vê kongre nabin, lê di heman demê de dê partiyê xebatên xwe yên çareserkirina aloziya welat berdewam dewam bike.”

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.