Pêşmerge avahiya şaredariya Mexmûrê bi dest xist

Hate ragihandin ku hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ber bi Mexmûrê ve diçin. Hin çavkaniyên herêmî radigihînin ku hindik maye pêşmerge Mexmûrê bi dest bixe.

Pêşmerge avahiya şaredariya Mexmûrê bi dest xist

Li gorî nûçeya BasNewsê ku zanyariyên xwe dispêre fermandarekî pêşmerge, êrişa çekdarên Heşda Şeibî li devera Mexmûrê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin şikandin û hêzên Pêşmerge ber bi nav bajarokê Mexmûrê diçin.

Fermandar got ku, ‘Hêzên Pêşmerge berê xwe dane nav bajaroka Mexmûrê û dê kêmtirî saetekî din Mexmûr bi temamî bikeve destê Pêşmerge."

​Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnikê ku zanyariyê xwe sipart hêzên pêşmerge, pêşmerge niha ketine nava beşeka Mexmurê û şer berdewame û Heşda Şebî şikestin xwarî ye. Herwiha li Pirdê jî êrişa Heşda Şebî hebûye, lê nikarîye pêşda biçin.

'PÊŞMERGE KETINE MEXMÛRÊ'

Rigar Mihemed Qaymqamê Mexmurê ji Sputnikê re ragihand ku îro Heşda Şebî êrişê Hêzên Pêşmerge yên li kêleka Çîyayê Qereçuxê û di encamê de hêzên pêşmerge êrişa wan tekbirine û ji paşve vekişiyane û hêza pêşmerge ketîye beşeka Bajarê Mexmurê û şer berdewame lê zîyanên heşda şebî bi temamî nehatine zanîn û kuştî û birîndarên pêşmerge jî çênebûye.

Hate diyarkirin ku hêzên Pêşmerge avahiya şaredariya Mexmûrê bi dest xistiye.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.