Rojava li Ewropayê ofîsek din vedike

Çavkaniyên ser bi PYDê ve ragihandin, ku nûneratiyeke din a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê tê vekirin.

Rojava li Ewropayê ofîsek din vedike

Medyaya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê desthilatdar e, ragihandine ku dê di çend rojên dahatî de nûneratiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li welatê Holandayê were vekirin.

Li gorî wan zanayriyan, ev nûneratiya Rojava dê roja 8ê Îlona 2016 bi merasîmekê were vekirin.

Herwiha hatiye gotin, ku nûneratiya li Holanda, dê nûneratiya Rojava li welatên endamên Yekîtiya Dewletên Benelux (Union Benelux countries ) be ku ji her yek ji welatên Holanda, Balcîka û Loksomborg pêk tê.

Her li gorî çavkaniyên nêzîkî PYDê, Şêrwan Hesen weke nûnerê Rojavayê Kurdistanê li Holanda hatiye destnîşankirin.

Şêrwan Hesen derbarê vekirina nûneratiya Rojavayê Kurdistanê li Holanda ji medyaya nêzîkî PYDê re gotiye: “Berî ku em dest bi pêkanînên yasayî bikin, me bi gelek aliyên siyasî yên Holanda û Komîteya Karûbarên Derve li Parlementoya Holandayê û bi Wezareta Karê Derve re kordîne kirin. Aliyên siyasî û Parlementoya Holanda bi vekirina vê nûneratiyê kêfxweşî in.”

Yekîtiya Dewletên Benelux, rêxistineke aborî ya di navbera her sê welatên Belcîka, Holanda û Loksomborgê de ye û di sala 1944an de hatiye avakirin.
Rûdaw

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.