Salvegera qetilkirina Dr Şerefkendî û hevalên wî

Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Dr Sadiq Şerefkendî di Îlona 1992’an de di dema kongreya Hizba Sosyalist-Demokratên Cîhanê li bajarê Berlîn ya Almanyayê pêk dihat de hat qetilkirin.

Salvegera qetilkirina Dr Şerefkendî û hevalên wî

Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr Sadiq Şerefkendî  di 17’ê Îlona 1992’an de li restoranta Mykonos a li bajarê Berlîn a paytexta Almanyayê dema ku li gel mûxalefeta Îranê di civînê de bû, li gel pênc hevalên xwe rastî êrîşeke çekdarî hatin. bû. Di encama êrîşê de tevî Şerefkendî, nûnerê PDK-Î yê li Ewropayê Fattah Abdolî, nûnerê PDK-Î yê li Elmanyayê Homayoûn Ardalan û mûxalîfê Îranî Nûrî Dehkurdî jiyana xwe ji dest dabûn. 10 gule li Şerefkendî ketibûn û ji wan gûleyan jî du gule raste rast li serê wî xistibûn.

Dr. Sadiq Şerefkendî ku piştî Ebdurehman Qasimlo bibû Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Dozgerê giştî yê doza Mikonos Bronyosit wiha dibêje: “Me roja 18’ê Îlonê dest bi kar kir. Tiştek li ber destê me nebû. Kujer hemû reviyabûn. Min dît ku şeva 18’ê Îlonê Celal Talebanî  li Berlînê bû. Wi got; ‘bi dilniyayi rejîma Îranê ev kar kiriye’. Ev axaftin ji bo me gava yekem bû.”

Bronyosit her wisa gotibû ku hinek belge li ber destê wan bûye ku qetilkirina Qasimlo û Şerkendî bi heman awayî bûye û wiha dibêje; “Ya herî balkêş jî ewe ku çeka ji bo herduyan jî hatibû bikaranîn heman cûrebûn.”

Cara yekem bu ku terorkirinek rejîma Îranê li derveyi welat li qadeke navdewletî pêk dihat. Serokwezîrê berê yê Îranê Dr. Şapur Bextiyar di sala 1991’an de li Parîsê, Şaîr û Hunermend Ferûxzad di sala 1992’an de li bajarê Bonê ya Almanya, Serokê Nîhzeta Mûqaweseya Milî ya Îranê Ebdurehman Burûmend di sala 1991’an de li Parîsê, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata  Kurdistana Îranê  Dr. Ebdurehman Qasimlo di sala 1989’an de li Vîyana û çend nimûneyên din ên qetilkirinên rejîma Îranê yên li welatên Ewropayê pêk anîne hene.  

Piştî bûyerê bi salekî polîsê Almanyayê endamê pasdarên Îranê Kazim Darabî û sê kesên Libnanî girt. Piştre derket holê ku fermandarê vê êrîşa terorî Ebdurehman Benî Haşimiye, ji Almanyayê reviye. Dadgehê dest bi dadgehkirina van kesan kir û piştî du mehan cezayê heta hetayî li Kazim Darabî û kesekî din birrî, yek serbest hate berdan û ji bo yên din jî ji 5 sal heta 11 salan cezayê girtinê lê birrî.  

Kazim Darabî ku cezayê muebetê girtibû di sala 2007’an de hat berdan û vegeriya Îranê. Berpirsên karê derve yên Îranê jî bi coş pêşwaziya wî kir.

Her wiha li gor biryara dadgehê, Serokomarê wê demê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî, Wezîrê Îtilaatê Elî Felahiyan û çend rayedarên din ên Îranê wek berpirsyarê terorkirina Sekreterê PDK-Î Dr. Şerefkendî û hevalên wî hatin tawanbarkirin.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) bi qetilkirina du lîderên xwe re hêza xwe ji dest da û nekarî xwe kom ser hev bike.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.