Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Çavdêrên navdewletî beşdarî referandûmê dibin

Şêwirmendê Medyayê yê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd ji Spûtnîkê re ragihand ku Kerkûk beşdarî referandûmê serxwebûna Herêma Kurdistanê dibe û eşkere kir ku çavdêrên navdewletî hatine Kurdistanê daku çavdêriya referandûmê bikin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Çavdêrên navdewletî beşdarî referandûmê dibin

Mehmûdî teqez kir ku Kerkûk ku di nav herêmên nakok de ye dê tev li referandûmê bibe.

Herwiha şêwrimendê medyayî yê Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku sindoqên dengdanê gihiştine  Kerkûkê û piraniya herêmên di çarçoveya madeya 140î de û biyar hatibû dayîn referandûm li wan were kirin.

Mehmûdî diyar kir ku referandûm dê li her çar parêzgehên herêmê, Hewlêr, Duhok, Silêmanî û helebceyê pêk were û herwiha dê li Şingal, Zumar, Mexmûr, Kerkûk û beşên ji parêzgeha Diyalayê wek Xaneqîn û Mendeliyê jî pêl were."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.