Wezareta Pêşmerge daxuyanîya Iraqê red kir

Wezaret Pêşmerge bersiva daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê da û got, ew naverok û şêwaza daxuyaniyê ji binî ve red dikin.

Wezareta Pêşmerge daxuyanîya Iraqê red kir
Wezareta Pêşmerge da xuyakirin, Hêza Pêşmerge li cihê xwe berevaniyê li îradeya bi milyonan welatiyên Kurdistanê dike û got, "Em naveroka beyannameya Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê înkar û red dikin."

Wezareta Pêşmerge ragihand ku daxuyaniya Hêzên Operasyonên Hevbeş dûrî rastiyê ye û îdîaya wan a ku li gel şandeya gotûbêjkar a teknîkî ya Herêma Kurdistanê re ne rast in.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Tiştê çêbûbû ew bû ku aliyê fermandara hevbeş nameyek şandibû ku ew jî bersiva pêşniyara herêmê bû ji bo rawestandina şerî û vavêrkirina hêzan û destpêkirina diyalogeke siyasî ya cidî li gorî destûrê daku hemû kêşeyên heyî werin çareserkirin, ku mijara bereyên şerê ne destûrî û li ser pêşmerge û gelê Kurdistanê ferzkirî jî tê de."

Wezaretê di berdewamê de destnîşan kir, hêzên Herêma Kurdistanê di çeperên xwe de amade ne û di dema her egerekê de dê berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Bersiva fermandariya hevbeş a Iraqê ne tenê bi şêwazeke pozbilind û quretî hatibû dayîn, herwiha daxwazên ne destûrî û dûrî rasteqîniyê dihewandin ku li ser herêma Kurdistanê û welatiyên wê xeter e."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.