Zêbarî: Ti kes nikare encamên referandûmê hilweşîne

Zêbarî: Ti kes nikare encamên referandûmê hilweşîne

Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî dibêje, serkirdetiya kurd bi ti awayî encamên referandûmê hilnaweşîne û divê êdî danûstandinên piştî referandûmê bên kirin.

Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî beşdarî bernameya Li Gel Renc a televîzyona Rûdawê bû û ragihand, ku beriya referandûmê wan pêşbîniya van karvedan û nerazîbûnan tevan dikir. 

Zêbarî got: “Referadnûm hate kirin û encamên wê jî eşkere bûn. Divê êdî guftûgoyên piştî referandûmê werin kirin. Serkirdetiya siyasî ya kurd bi ti awayî encamên giştpirsiyê hilnaweşîne.”

Rêveberê Encûmena Cîbicîkar a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Semîr Selîm jî di heman bernameyê de got, ku beşek ji gefên Bexda û Enqerê ji bo propagandaya hilbijartinê ne. 

Selîm da xuyakirin, ku eger gemaroya aborî daynin ser Kurdistanê, herweke Qeterê dê bandora vê tenê çend rojek bin. 

Roja 25ê Îlonê hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê di referandûma serxwebûnê de dengê xwe dane cihêbûna li gel Iraqê. Di referandûmê de ji sedî 92.73yê hemwelatiyan gotin belê. Welatên cîran vê yekê weke parçekirina Iraqê bi nav dikin û ji bo sizakirina Başûrê Kurdistanê jî çend biryarek derxistine. 

Rûdaw

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.