Meryem Xan

Meryem Xan
Keça Mihemedê Ehmedê Botanî Meryem xan,di sala 1904 ran de li gondê binavê Dêrgol ya ser bi Şirnexê hatiye cîhanê.

Keça Mihemedê Ehmedê Botanî Meryem xan,di sala 1904 ran de li gondê binavê Dêrgol ya ser bi Şirnexê hatiye cîhanê.

Meryem Xan perwerda xwe ya hunerî li gondê Şahî yê û di nava civata bajêr û dengbêjiyê de dît. Bi belav buna împaratoriya Osmaniyan ve berê xwe dide Sûriyê û li wê derê bi cîh dibe.

Meryem xan li wê derê Celadet û Kamuran Bedirxan nasdike û malbatên wan re dibin dost û çûn û hatinên wan ên malbatî zêde dibe. Di vê navberê de Meryem Xan ji malbata Bedirxan, ciwanekî nas dike û li gel wî dizewice. Lê pirsgirêkek heye, ku hevjînê Meryem Xanê alîgirê hunera wê nîne û dibêje yan hunera te, yan jî zewaca te bi vî rengî du rêkan dide pêşiya Meryem xan; lê Meryem xan bi gotina nikare bê huner jiyan bike davî li zewaca xwe tîne rêya hunerê berdewam dike. Meryem xan yekem jina ku bi kurdî di cıvata dengbêjan de dengbêjî û sitran gotiye û tomar kiriye ye û li ser 200 dî re jî eserên wê hene.

Meryem xan di radyoya Bexdayê de demek dirêj weke kadro kar dike û di dilê gel de hunera xwe bi cîh dike. Meryem xan bi xweşîkbun, nazikbun û zerafet û dengxweşiya xwe çavan tije dike. Meryem Xan di heman demê de hevjînê xwe yê ku pir jê hez dike jî ji bîr nake û piştî ku jê qut dibe girêdayî jiyan û pêşe roja xwe tu pilanan êdî nadayne. Meryem xana ku êdî bi temamî li jiyanê xeyîdiye, şahî û şohret wê kêfxweş nakin ji ber ku hîn jî hesret û bîrîkirinên hevjînê wê, wêna xembar dike.

Meryem xan, sala 1924 ran diçe Zaxo li wê derê mala Yusuf Şemdî Axa dimîne û li ser gondê Dêrgûla sitranan dibê je. Sala 1936 an li Zaxo berê xwe Mûsilê, piştî demek kurt, diçe Bexda û li mala keça mamê xwe Elmas xan(1874-1974) de dimine.

Meryem Xan li mala Elmas Xanê de Mihemed Arîf Cizrawî, Hasan Cizrawî, Nesrîn Şerwan(Şirnexî), Alî Merdan, Tahîr Tofik, Saîd Axayî Cizîrî, Fewzîyê Mihemed nas dike. Rojekî di nava wan hemu mamusteyan de dest bi sitrana dike, her kes li hember dengê wê hem hestiyar dibin, hem şaş dimînin û di heman demê de rêz û hurmet nîşan didin.

Meryem Xan rojekî ji keçmama xwe Elmas Xan destur dixwaze, sipasiya xwe jê re dike û li taxa Bab Elşerqî malekî digre, û li wê derê jiyana xwe berdewam dike. Meryem Xan, ew şîrketên mûzîkê ye ku wê bi jiyanê ve girê dide, di demek kinde peyde dike. Wê demê şirketên bi navê Beyzafon, Ebolkelp û Ûdyon yên îngîlîz li Bexdayê ne û sitranan tomar dikin. Meryem Xan jî yekem pilaqa xwe derdixe, û êdî piştî wê yên din tên. Di her pilaqekê de yek sitran heye. Taybetmendiyeke Meryem Xan ya girîng jî ew e: yekem hunermenda jine ku bi kurmancî pilaq derxistiye. Bi soranî jî yekem pilaka Daykî cemal derdixe, lê bes di navbera wan de ferqek heye. Dema Meryem Xan mejiyê herkesî de dimîne, Daykî Cemal tenê li ser rûpelên dîrokê bi navê xwe dimîne.

Dema Meryem Xan dikeve radyo yê, gelek sitranan kom dike. Sitranên wê ye ku di nava gel de tên gotin, di radyo ya Bexda yê de jî dide weşandin. Li ser 200 dî re sitranan taybet yên wê bi xwene dixwîne. Yek ji wan kesên ku di nêz de ew dîtiye Mihemed Arif Cizrawî ye, ku di rêportajeke radyo ya Bexda yê de waha dibêje: cilkên li ber Meryem Xan nûjen û hemdem bun lê rih, jiyan û hunera wê bi kurdî bun. Girê dayî kevneşopên kurdî bu. Dema sitran digot, ji dilde digot. Wêdemê hemû bedena wê bi sitranan ve dihat hunandin.

Meryem Xan mamostaya denge. Di sitranên wê de otantîzim, resenbun, qirikeke orjînal ya kurdî û dengê jinên kurd yên ku hatine çewsandin heye. Dengê wê di zimanê mûzîkê de wek tê gotin di tebeqeya alto deye. Qirika wê temîze. Di hecekirin û hevok de zimanê wê zelal û xweşike. Ya herî girîng jî di dengê wê de xemgînî û hesret tê guhê mirov. Di siraneke bi rîtim de mirov wê hîs dike.

Meryem Xan bi çend awayan sitranan dibê je: lawik , dengbêjî û bi awayê rîtmîk:

Sitranên lawik:

1- Li xelkê tehlê lê limin şirînê –Helîm-

2- Bavê Koroxlî

3- Mihemed Selîm zavakî taze

4- Wele Doman

5- Gewra min tunîne (wê nivîsiye)

6- Siwarê me siwar bîne

7- Mihemedo Ronî (wê nivîsiye)

8- Sêvê û Hecî Elî

9- Lê lê yadê rebenê (wê nivîsîye)

10- Hesenê Osman

11- Êlî Delal

Rîtmîk:

1- Qumrîk sêva Tucara (ji bo Elmas Xanê gotiye) (wê nivîsiye)

2- Grê sîra bi sîre ( bi Mihemed Arifê Cizîrî re)

3- Hay berde berde ( bi Hesen Cizîrî re)

4- Lê Lê Weso, lê lê Wesîlayê ( bi M. Arifê Cizîrî re)

5- Heyla li min xerîbê

6- Gulşênî

7- Lê Dînê, Lê Dînê

8- Gulê wey nar

9- Êmo ( bi Seîd Axayê Cizîrî u Elmas Xan re )

10- Meyremê

11- Ya li bin Biyê

Vê hunermenda mezin di dilê gelde xwe bi cîh kir. Di sala 1949 ande li Bexdayê çu ser dilovaniya xwe. Di derbarê vefata wê de keça mamê wê waha di bêje:’’di sala 1949 ande Meryem xan bi êşa gurçikan re rû bi rû tê, di nexweşxana Mîr îlyas hate razandin û hat emelyat kirin. Lê bijîşkan çare nedîtin, di nexweşxanê de vefat kir. Elmas xan gotinekî giringa a din jî dibêje:’’di wan salan de Meryem xan pir xemgîn bû. Tenê bû. Nedi xwest ku kesek were gel wê. Bijîşkê wê jêre digot’’ dev ji xemgîniyê ber de. Kêfxweş be’’. Lê bes wê hertim dixwast tenê bimîne. Di nexweşxanê de jî her xast tenê bimîne. Rojekî di navbera wê û bijîşkekî yûnanî de nîqaşek derdikeve, li wê derê ew bijîşk sîleyekî li Meryem xan dide, kêliyên birînên wê vedibe, xwîna wê diherike û vefat dike.

Meryem xan bi merasimeke mezin ve li goristana Bexdayê ya binavê Şêx Meeruf tê xaksipartin. Wê demê hunermendên navdar yên weke Elî Merdan, M. Arif Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Hesen Cizîrî, Mamoste Bakozî, Fewziyê Mihemed û xebatkarên radyoya Bexdayê, nivîskarên kurd û ji gel jî pir kes beşdarî vê merasimê bune.

Meryem Xan nirxeke ku dervey Kurdistanê jî navdariya xwe di hemû sînoran de derbas kiriye û nayê ji bîr kirin.


 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.