Bexda: Ev pirsgirêka Iraqê ye divê welatên din mudaxale nekin

Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Elawî ragihand ku pêwîst e Bexda biryara dorpêçên ser Herêma Kurdistanê ku piştî referandûma serxwebûnê standibûn rake û pirsgirêk bi dîyalogê werin çareserkirin.

Bexda: Ev pirsgirêka Iraqê ye divê welatên din mudaxale nekin
Elawî piştî beşdariya taziyeya Celal Talebanî li Silêmaniyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kiribû.

Li gor nûçeya Rûdawê Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Elawî piştî hevdîtinê da xuyakirin, "Divê Bexda biryarên ku li dijî Herêma Kurdistanê derxistine, di zûtirîn demê de betal bike û dîyalog pêk were. Ev kêşeya Iraqê ye û divê welatên din mudaxale nekin."

LI SER 4 XALAN LI HEV KIRIN

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên piştî civîna doh 7ê Cotmehê ya navbera Barzanî, cîgirên Serokomarê Iraqê Îyad Elawî û Usame Nûceyfî ragihandibû ku ji bo çareseriyê li ser 4 xalan lihevkirin çêbûye.

Xalên ku li ser wan li hev kirine ev bûn:

  • Destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasî yên serekî yên Iraqê de ji bo aramkirina rewşê.
  • Civîn li ser ajendaya vekirî bêne encamdan.
  • Demildest rakirina dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê.
  • Destpêkirina civînan di paşerojeke nêzîk de û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.