Îbrahîm Cehferî: Kurd dixwazin dewleta Kurdistanê ya mezin ava bikin!

Îbrahîm Cehferî: Kurd dixwazin dewleta Kurdistanê ya mezin ava bikin!

Wezîrê derve yê Iraqê Îbrahîm Cehferî tekez kir ku berdewam ew daxwaza Herêma Kurdistanê ya pirsa serxwebûnê, bandorê li ser pirensîbên Iraq û Yekîtiya axa wê dike, û got: "Kurd xewna avakirina Dewleta Kurdistan a mezin li pênc welatan dibînin û li pêşiya wan pênc welatan, wê ji Iraq destpê bikin."

Cehferî ji kenala “ON Live” ya Misrî re ragihand: "Kurd dixwazin xewna Kurdistan a mezin bicî bînin."

Cehferî bi riya wê kenalê daxwaz ji Misrê kir ku li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve, û got: "Di parastina yekîtiya Iraqê de roleke mezin dikeve ser Misirê, ji ber ku Misir welatê ereb ê herî mezin e û maf jê re heye beramberî karta referandûma Herêma Kurdistanê, metrisiya wê pêngavê bide xuyakirin."

Wezîrî derve yê Iraqê diyar kir, ku ezmûneke baş li cem Misrê heye di warê himêzkirina welatên erebî de û dikare diyar bike ku "Referandûmê ve ti kes û alî nikare gefê li me bike."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.