Li taxa Kurdan şer giran e, 17 çete hatin kuştin

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şerê çend seetên dawî de 17 terorîst hatin kuştin.

Li taxa Kurdan şer giran e, 17 çete hatin kuştin
Di şerê çend seetên dawî yê navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li taxa kurdan de 17 terorîst hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li taxên navenda bajarê Reqqayê di navbera şervanên YPGê û terorÎstên DAIŞê de şer û pêvçûnên giran rû didin. Bi taybet li taxa Kurdan şerekî giran rû dide, şervanên YPGê derbên giran li DAIŞê didin û pêş ve diçin. Di encama şerê ku li vê taxê rû da de, 17 terorîst hatin kuştin û hejmareke mezin çekên milîtanan ketin destê şervanan.

Çekên hatine desteser kirin ev in; 13 Keleşkof û 30 hezar guleyên wê, 8 doçka û 20 sandoq guleyên wê, 4 BKC û 150 sandoq guleyên wê, 15 fûze (sarûx), 6 Qanas, 700 bombeyên dest û 5 wesayît..

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.