Telal Silo: Li Reqayê 250-300 terorîstê DAIŞî mane

Berdevkê Hezên Suriyêya Demokratîk Telal Silo ragihand ku ji Reqayê ji 3 hezaran zêdetir sivîl reviyane û li bajêr tevî malbatên xwe 250-300 terorîstên DAIŞî mane.

Telal Silo: Li Reqayê 250-300 terorîstê DAIŞî mane
Silo aşkere kir ku: "Ji 3 hezaran zêdetir sivîl şemiyê êvarî di çarçoveya peymanê de ji bajêr veqetiyan û derbasî qadên di jêr kontrola HSDê bûn.

Silo diyar kir ku li Reqayê sivîlên ku wekî mertalên zındî werin bikaranîn neman. Tenê 250-300 terorîstên ku şer hilbijartin û hinek xizmên wan mane." Lê belê Silo derbarê hejmara van xizman de tu agahî nedan. Silo da zanîn ku peyman di navbera birêveberên xwecihî yên Konseya Sivîl a Reqayê û endamên DAIŞê de hatiye çêkirin.

Herwiha Silo got ku 275 terorîstên DAIŞî yên ji Suriyê tevî malbatên xwe, di jêr kontrola HSDê ji bajêr veqetiyan lê belê agahî nedan bê ew bi kû derê de birine.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.