YPJ ji bo operasyona Reqayê daxuyanî da

Daxuyaniya rizgarkirina bajarê Reqayê ji rêxistina rerorîst a DAIŞê ku HSDê 4 meh berê dabû destpêkirin, ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li meydana El Neîm a li Reqayê hat dayîn. YPJê diyar kir ku "Li paytext û li nava dilê wan, me derba herî mezin li terorê da."

YPJ ji bo operasyona Reqayê daxuyanî da
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pekte bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê 4 meh berê dabûn destpêkirin. Herwiha rizgarkirina bajêr ji aliyê YPJê ve hat ragihandin.

Di daxuyaniya ragihandina rizgarkirina Reqayê de hat gotin:"Li paytext û li nava dilê wan, me derba herî mezin li terorê da. Me bi vê berxwedana xwe rûmeta jina Êzidî vegerand. Me bi dehan keç û zarokên Êzidî yên dîl azad kirin."

Daxuyaniyê li ser navê YPJê Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullah xwend û diyar kir ku:

"Rejîma desthilatdariya mêr ku ji her alî ve hewl da jiyana mirovan kontrol bike, temenê xwe li ser zêdekirina nakokî û sorkirina şer dirêj kir. Ev rejîm di her pêvajoyên aloz û krîtîk de, her tim hewl da bi rijandina xwînê xwe xelas bike. Herî zêde jinan berdêla vê siyaseta şerxwaz dan.

Avakirina yekîneyên me ên jinê, ji bo tevgera li Sûrî bersivek bû. Wek tê zanîn derketina komên terorîst ji Ehrar El Şam bigrin heta El Nûsra û herî dawî DAIŞê ji bo gelên Sûrî bi giştî û ji bo jinê bi taybet gefek mezin bû. Yekîneyên me ku ji destpêkê ve bûne hêza pêşeng a şerê li dijî terorê, bi biryardarî ev berxwedan dewam kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ji bo yekîneyên me xwedî girîngiyeke mezin a îdeolojîk û stratejîk bû.

Şervanên me ji destpêkê ve bi roleke çalak rabûn. Me mil da milê hevalên xwe ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Yekîneyên Parastinê yên Jinê di pêngava Reqayê de bûn hîmê hevgirtina jinên ji hemû pêkhateyên Sûrî. Li çeperên parastin û berxwedanê hevgirtina jinên Kurd, Ereb û ên pêkhateyên din, bû hîmê xwişk û biratiya gelan.


 
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.