Referandûma Başûr

Musa Aydin

Referandûma Başûr
Gelek caran rayedarên kurdan anîn ziman ku ew dixwazin piskirêka kurdan bi aştiyane çareser bibe. Bi esasî armanca referandûmê yek jî eve ku bi peyamên medenî û aştîxwazî piskirêka kurdan were çareserkirin. Eva jî mafê wan ê rewa ye ku hatiye binpêkirin. Loma jî êdî çareseriyê xwe daye ber derê dewleta Iran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê.
 
Ji ber ku piskirêka Kurdan bûye aktoreke di Rojhilata Navîn de. Ji bo politikaya der û hindirê Iranê, Tirkiyayê, Iraqê û Sûriyayê bûye pisgirêkeke polîtîk. Ji bo guherandina stratejiya Rojhilata navîn, di qada navnetewî de bûye hêz û helwestên çar dewletan di nava aktorên dunyayê de ketiye qada lêpirsînê. Vêya jî lîstikên liser kurdan bêarmanc kiriye.  
 
Çiqasî jî hîna kurdan piskirêkên nava xwe de çareser nekiribin jî, hewlên wan ên baş pêşerojê nîşan bide. Ber ku giraniya referandûmê ji berjewendiya partî û hêzan zêdetir e û yekîtiya kurdan pêwist dike. Ger derfet bahata çêkirin di Bakûr, Rojhilat, Başûr û Rojava de jî referandûmê erê bigirta. ji ber ku êdî Kurd hatine qadeke ku koletiya bi sedsalan qebûl nakin.
 
Loma jî li hember hemû kiryarên  Faris, Ereb û Tirkan ; ew dîsa jî dixwazin bi awayek aştiyane bi referandûmê xwe bînin ziman. Ji ber ku referandûm bingeha demokrasiyê ye. Hewlek dîrek bi helwest û ramana civakê ve girêdayiye. Çûyîna ber bextê civatê ye . helwestek bixwe ji ramanên demokrasiyê ye.
 
Gava ku desthilatdar xwe li referandûmê bigrin, ev tê wê wateyê ku ew dixwazin pêşeroj û serweriya milletek dîsa bi wî milletê damezirînin. Jiber ku ew millet xwediyê çareserî û jiyana pêşeroja xwe ye.
 
Ev helwest zêdetirîn li welatê ku di demokrasiye de pêşketine de tê bikaranîn. Loma jî di dîroka nêzik de pisgirêk bi referandûmê di welatên Ewrupayiyan  de çareser bûne.
 
Lê referandûma Başûr, bi armancekê aştiyane weku derbek ji lûla tivingê derketiye. Loma jî tehlûkeyeke di xwe de dihewîne. Jiber ku referandûm di Rojhilata Navîn de dibe. Ti Dewletek di wî perçê Dunyayê de bi referandûmê nehatiye avakirin. Ew herem hîna Dewra Nawendî de dîjî. Referandûm ne li Ingîlterê, ne li Ispanyayê ne jî li Isvîçreyê de dibe. Kurd ne Iskoç in, ne Katalan in, ne Alman in ne jî Fransî ne.
 
Kurd di selexanên Rojhilata Navîn de qetla wan hatiye helalkirin, welatê wan hatiye talankirin û bûne weku reşikên Efrîqayê di Dewra Navendî yê de ji aliyê Fars, Ereb û Tirkan ve tên bikaranîn. Ne mafek wan heye ne jî jiyanek însanî. Loma jî di Rojhilata Navîn de referandûma başûrê  Kurdîstanê di xwe de pêşniyareke dihewîne û dide pêşberê Faris, Ereb û Tirkan.
 
Her wiha referandûma başûr ji bo çareserkirina piskirêkên Rojhilata Navîn e . Li Sûryayê kurd bûne aktorên çareseriyê û Sûriye ti carê fîna berê nayê avakirin û nabe dewletek Ereban. Li Iraqê kurd bûne weku Dewlet lê dixwazin di nava Yekîtiya Navnetewî de werin naskirin û bi cîranên xwe yên Ereb re bi aştiyane bijîn.
Kurdîstanek serbixwe di pêşerojê de zirarê nade Iranê belkê jê re dibe alîkar. Lê rêberê Iranê Elî Hamaneyn rola Nîzam ûl mulk girtiye û dixwaze iranê ji bo berjewendiya birayê xwe yê Tirk bikar bîne. Loma jî Dogu Perinçek bi emrê serok komarê Tirkiyayê Erdogan ji bo mesela kurdan xwe avêt berbextê birayê xweyê Azerî Ali Ekber Welayetî. Lê di Iranê de herdem Hesen Sebah li hember Nîzam ul mulk hatiye dîtin.
 
Kurdan li Tirkiyê hemû rêçan bikaranîn. ji bo guherandina Tirkiyayê, Ji biratiyê bigre heyanê komarek demokratîka Tirkiyayê, heyanê berjewendiyên aborî û stratejîk bi AKP ê re, ti fêyde neda kurdan. Wer tê xwûyakirinê ku Tirk xêncê koletiyê ti çareserîkî ji bo piskirêka kurdan naxwazin bibînin û li dij hemû kurdan şer îlan kirine. Ji ber ku hebûna Tirkiyayê bi tinebûna kurdan ve dibînin.
 
Di Rojhilata Navîn de teoriyên ku liser kurdan hatine çêkirin ( Perçekirina alema îslamê, îsrailekî duyemîn, Dewleta dunyayê, bê dewletbûn, demokratkirina dewletên heyî, biratiya bi qewmên serdest, biratiya misilmanan)  di çerçewa Darûl Islam û meslehetên Faris, Tirk û Ereban de ne. Loma jî peyama sykes pikot ji Darûl herbê hatiye lê di nava milletên Rojhilata Navîn de bûye ayetên Kuranê weku sûreya yasîn tê mihefeze kirin.
 
Bilam azadî xwastin liser bingehên pozîtif û reel çêdibe. Bi heyalan bê dewletbûn nayê parastin. Ber ku Dunya vê şeklê girtiye û Kurd pêşengên dunyayê jî ninin. Lê gava ew demokrasiyê diparêzin dikarin welatê xwe bikin welatek mînak. Ger wisa nebe yên ku dewletê layikê kurdan nabînin bila berê dewletên heyî xirabikin.
 
Loma jî Kurd dixwazin bi rêyek aştiyane mafê xwe yên rewa bidest bixin û bi referandûmê gaziya aşitiyê, jiyanek wekheviyê didin pêşberê Rojhilata Navîn û Dunyayê.
 
 
 
Anahtar Kelimeler:
referandûma başûr
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.