Şahoz Hesen : Yekîtiya Kurdan girîng e

Hevserokê nû yê PYDê Şahoz Hesen ji Ajansa Mezopotamya re axifî û got: "Bila were zanîn ku axên me bi berxwedanê stendine, em bernadin û li hember gefan em ê bi paşde gav navêjin. Ya rast ewe ku li Suriyê çareseriyeke siyasî pêk were. "

Şahoz Hesen : Yekîtiya Kurdan girîng e
Hevserokê nû yê PYDê Şahoz Hesen li ser mijara têketina Artêşa Tirkiye bo Sûriyeyê û siyaseta ku li herêmê dimeşîne de ji Ajansa Mezopotamya re axivî û destnîşan kir ku ev yek ne li gorî berjewendiyên gelê li herêmê ne.

Hevserokê nû yê PYDê Şahoz Hesen diyarkir Reqayê hatiye rizgarkirin, beşeke giring ya çolterên Dêra Zorê jî hatine azadkirin û hemû cîhan van geşedanan bi baldarî dişopînin û weha berdewam kir: "Niha Tirkiye dixwaze erda me dagir bike û bivê armancê ketiye axa me. Her tim desrdirêjiyê li axên me dikin. Lê li hember van em bi paşde gav navêjin. Ya rastî ew e ku li Suriyê çareseriyeke siyasî pêk were. Di vê wateyê de serkeftinên leşkerî û siyasî giring in. Li hember van serkeftinan êrîşkarî jî heye lê li hember van êrîşkariyan îradeya berxwedanê jî heye.

'DIVÊ TIRKIYE SIYASETA XWE BIGUHERE AN WÊ TÊKBIÇE'

Hesen da zanîn ku siyaseta ku Tirkiye li herêmê dimeşîne ne li berjewendiya gelên herêmê ye û divê ev siyaset were guhertin weha pê de çû: "Xwediyê îradeya ku li Suriyê derketiyê holê gel in û ew jî Tirkiyê wekî hêzeke dagirker dibînin û dê li hember têbikoşin. Di siyaseta navneteweyî de Tirkiye bi siyasete mezhebparêzî negiha dereke, piştî niha jî dê tu encaman negire. Ji ber vê yekê jî siyaseteke nû pêwiste."

YEKÎTIYA KURDAN GIRINGE

Hesen balkêşa ser wê yekê ku yekîtiya kurdan gelekî giringe û got: "Şingal cîranê me yê sînorî ye û haya me ji her tiştî heye. Du hêzên cuda PDK û YNK siyasetên cuda dimeşînin. Ev yek jî nade qezenckirin. Ya rast ewe ku hemû perçe û hêz werin gel hev û stratejiyeke hevpar diyarbikin û fomruleke tevgereke hevpar bikin."

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.