Gula ku di cîhên girtî de metirsiya mirinê ava dike!

Ev gula ku em di zaroktiya xwe de fêrî dîtina wê bune, di esas de metirsîdare…Eger di malên we de ev giya û gula wê hebe hişyar bin!

Gula ku di cîhên girtî de metirsiya mirinê ava dike!

Rukiye Mistefa

BasNews -Li hember gula ‘Difenbahya’ ya ku di nava gelde jî weke ‘gula ku digrî’ tê naskirin hişyar bin!

Ev gula ku her quncikekî malan dixemilîne, zarokan jehrî dike û heta ji mirinê re jî rê vedike.

Li gor encama lêkolînên hindek bijîjkên pispor difenbahya ango gula digrî, hem bi dest mizdan hem jî bêhn kirinê ve dikare zererên mezin bide zarokan.

Di encama jehraviyên ku girêdayî gula Difenbahya yê de; di dest de pelên wê mizdan, jê kirin û cutina wê, di ziman û lêvan de warimandin, şewitandin, derdixe holê û xitimandina rêya nefesê, bêhn danûstandinê dixitimîne û pirsgirêkên heta mirinê li gel xwe dikare derxe holê.

     

Ji ber vê sedemê divê dayîk û bav zarokên xwe ji vê gula ku piraniya qada jiyanê de heyî dûr bixin.

Gula Difenbahya gihaye ke ku xwedî kirina wê heta daviyê pir hêsan û pir zû mezin jî dibe ye. Ev gule li herderê dikare bigihêje, zû mezin be û di demeke kurt de pir pelan veke.

Ev gula ku ji ber xweşikbuna pelên wê ji aliyê herkesekî ve tê ecibandin û tê mezin kirin, ji malbata Araceae ye.

Her çend tê gotin ku heya 200 cûreyên wê tên hêjmartin jî, lê di asta zanistî de 56 cûre yên wê hene.

Eger hun dixwazin gula difenbahya yê ango ‘gula ku digrî’ mal de mezin bikin, li hember wî giyayî divê hin tevdîran bigrin û bi wî awayî wê gulê li mala xwe û li baxçeyên xwe de mezin bikin. Ji bo vê cîhê wê gul û giyayî nabe bê hewa û ba be, cîhê wê û dora wê li cîhên bilind û berdewam hewa distîne û dora wê jî vekirî be.

Difendaya ku cihên ba û hewa lê tê hez dike, her çiqas rojê nebîne jî, ew cihê ku lê ye hertim dixwaze ronahî be.

Basnews

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.