Rewşa jina kurd ya girtî, di xeterê de ye

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya jina kurd ya girtiya siyasî giran e.

Rewşa jina kurd ya girtî, di xeterê de ye
Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê rewşa tenduristiya girtiya kurd Nuşîn Mîrebdulbaqî ya 64 salî  ji aliyê dadgeha Îranê ve bi 34 sal cezayê girtîgehê hatî cezakirin xirabe.

Nuşîn Mîrebdulbaqî di sala 2014an de ji aliyê hêzen parastinê yên Îranê ve hat girtin û di haman salê de hat dadgeh kirin.

Nuşîn Mîrebdulbaqî ya ji Îranê piştî hat girtin mehekê di hûcreya yek kesî de hat hiştin. Nuşîn Mîrebdulbaqî piştî mehekê di girtîgeha yek kesî, lêkolînê û îşkenceyê de ma, ew şandin dadgehê. Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê jî bi îdiaya piştîgirî daye partiyek siyasî ya Îranê, ji bo mafê jinan têkoşîn kiriye, li dijî pîroziyên rejîma Îslamî ya Îranê bêrêzî kiriye  34 sal  û neh meh cezayê girtîgehê da Nuşîn Mîrebdulbaqî.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya girtiya jin Nuşîn Mîrebdulbaqî xirabe û gelek nexweşiyên wek lerizîna tiliyên dest, masûlkeyên seroçav û jibîrkirinê pêre derktine.

Sputnik

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.